Bi vîdyo hûrkariyên şerê Pêşmerge û Heşda Şeibî li devera Pirdê
Hêzên Pêşmerge 12 zirîpoş û hemerên Heşda Şeibî li devera Pirdê têk birin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro şer di anvbera hêzên Pêşmerge û çekdaranî Heşdê de qewimî û hêzên Pêşmerge 12 zirîpoş û otombêlên serbazî yên Heşdê têk şikandin.
Biryar bû piştî bûyerên Kerkûkê, hêzên Pêşmerge vegerin ji bo hêla sala 2014an ya ku Pêşmerge têde bû, ew jî sînorê îdarî yê parêzgeha Kerkûkê bû û niha hêzên Pêşmerge li wir bicî bûne.
Bi sedema bûyerên Kerkûkê hêzên Pêşmerge vegeriyan derveyî sînorê îdara parêzgeha Kerkûkê û bajarokê Pirdê vala kirin.
Di rojên derbasbûyî de çaverê bû çekdarên Heşdê û artêşa Iraqê bêne Pirdê, lê her car çend hemerên wan dihatin û vedigeriyan.
Îro milîsên Heşdê ketin kemîneke Pêşmerge û di encamê de 12 zirîpoş û hemerên wan hatin têkbirin.
Ermanca hatina wê hêzê kontrolkirina bajarokê Pirdê û vegerandina hêla 2014an ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraq de ye.
Niha milîsên Heşdê û artêşa Iraqê ketine nav bajarokê Pirdê û biryar heye eger ew milîs bêtir pêşve bên û bixwazin nêzîkî sengerên Pêşmerge bibin, hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan bide.