Bi wêneyan.. NRT û KNN li nav Heşdê rûmala şerê dijî Pêşmerge dikin
Di rûmalkirina wî şerî de, kenalên NRT û KNN li pişt tank û topên Heşda Şeibî wêneyên bûyeran digrin
K24 - Navenda Nûçeyan
Her yek ji kenala NRT ku berî niha xwediyê wê hatibû tometbarkirin, bi wergirtina pereyan ji Nûrî Malikî û kenala KNN û ya Gelê Kurdistan û kenalên din yên ser bi YNKê ve li Silêmaniyê bûne zimanhalê milîsên Heşda Şeibî û rûmala kiryarên wan li dijî xelkê Kurdistan û Pêşmerge dikin.
Îro çekdarên ser bi milîsên Heşda Şeibî berê xwe dan bajarokê Pirdê daku dest li ser deynin, di beramber de hêzên Pêşmerge rastî wan hatin û nehiştin bêtir pêşve biçin.
.jpg)
Di vî warî de fermandeya giştî ya hêzên Pêşmergên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku wêneyekî wê ji bo Kurdistan24ê hatiye şandin, ragihand ku Demjimêr heştê sibeha îro 20ê Cotmeha 2017an, milîsên Heşda Şeibî bi çekên Amerîkî ku ji bo artêşa Iraqî hatibûn şandin, bi beşdariya topçiyên Îranê, êrîşeke berfireh li dijî hêzên Pêşmerge li devera Pirdê kirin. Heya niha hemû êrîş hatine têkbirin û bêtirî deh Hamer û tankên Abramiz hatine jinavbirin.
Di wî şerî de, hêzên Pêşmergên Kurdistanê bi awayekî qaremane berevanî kirin û serfiraziyeke mezin tomar kirin.
Diyar e mebest ji wê êrîşê ew bû, ku hikumeta Iraqî heya dawiya sînorên îdara Kerkûkê kontrlo bike.

Di rûmalkirina wî şerî de, kenalên NRT û KNN li pişt tank û topên Heşda Şeibî wêneyên bûyeran digrin û wisa diyar dikin ku pêşveçûna Heşdê ber bi bajarê Hewlêrê ve ye, ew jî bi mebesta tirsandin û belavkirina propagendê û çêkirina tevliheviyê ye li nav bajarê Hewlêrê û li nav sengerên berevaniya hêzên Pêşmergên Kurdistanê.
Her di wê çarçoveyê de, rûpel û malperên milîsên Heşda Şeibî, malper û rûpel û kenalên NRT yên bi zimanê Erebî û Kurdî dikin jêdera zanyariyan û dubare belav dikin, ku ew di şer de biser ketine û karîne Pêşmerge bişkînin.

Herweha kenalên YNK ku pêştir Mela Bextyar ragihandibû, ji aliyê Lahor û Aras û Bafil ve dest li ser wan hatiye danîn, û dest bi belavkirina prupagendeyê ji Heşda Şe'bî re kirine û hêdî hêdî nûçeyên bê bingeh derbarê Heşdê, bi mebesta dijatîkirina hêzên Pêşmerge belav dikin.

Di beramber wan nûçeyan de ji bo guhertina rastiyan û belavkirina prupagendeyê, Heşda Şeibî sipasiya hejmarek ji wan kenalan û dezgehan kir û li aliyekî din rûmal û karkirina Kurdistan24ê li Kerkûkê hatiye qedexekirin.