Serokê herêma Kurdistanê: hikumeta Iraqê bi navê ferzkirina yasayê miletê me siza dike

Her li vir, daxwaz ji hemû Kurdistaniyên nîştecihên Ewrupa û Amerîka dikim ku, bi awayeke yasayî û aştiyane ji bo palpiştî kirina gelê me, xwepêşandan û çalakiyên medenî encam bidin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de radighîne: hikumeta Iraqê bi navê ferzkirina yasayê miletê me siza dike, ku tenê nerîna xwe derbiriye û ti tawanek nekiriye.

Piştî wê yekê ku, gelê Kurdistanê bi awayek aştiyane te'bîra raya xwe kir li diyar kirina çarenivîsê, ku mafekî yasayî û xwezayî û siruştiya her gel û neteweyek e, niha gelê me ketiye ber êrîş û abluqe û sizadana bi komel. Hikumeta Iraqê jî, bi navê ferzkirina yasa mijulî sizadana mîlletek e, ku tenê raya xwe derbiriye û hîç tawanek nekiriye. Ew sizadan, a ku li dijî gelê me ye binpêkirina hemû sinoran û yasa û destura Iraqe ye. Heman demê dixwazin îradeya xwe bi zora çek û şer li ser gelê me da bisepênin û rûmeta gelê me bişkînin. Ev e jî bûye sedema têkdana jiyana xelkê û koçberbûna zêdetirê 150 hezar kesan.

Li vir da muxatebên wîjdana gelên cîhanê û raya giştî û azadîxwaz û rewşenbîrên seranserê cîhanê dikim ku, piştevanê gelê Kurdistanê bin û rê li jenosayd û karesatekî nû bigrin, ku li ser gelê me de tê û guşarê bixin ser hikûmetên xwe û navendên biryar. Ji bo ku bêne deng li ser vê zulm û sîtema ku li gelê Kurdistanê tê kirin. Ji ber ku, ew hikûmet ji ber berjewendiyên xwe, qurbaniya xelkê Kurdistanê û Pêşmergeyan jibîr kirin e, ku li şerê terorîstên DAIŞ bexşîne û li şûna hemû cîhanê ber singê rêxistina terorîstî ya DAIŞ girtibû û me bi hezaran şehîd û birîndar bi wê navê de da. Ji bo wê yekê daxwaz dikim, rê li vê şer firoştin, kuştar, binpêkirin û koçberkirina xelkê bigrin, ku hikûmeta Iraqê li rêya mîlîşiya û hêzên xwe ve, bi hevkarî û rênimayiyên derekî li dijî Kurdistanê encam dide.

Her li vir, daxwaz ji hemû Kurdistaniyên nîştecihên Ewrupa û Amerîka dikim ku, bi awayeke yasayî û aştiyane ji bo palpiştî kirina gelê me, xwepêşandan û çalakiyên medenî encam bidin û daxwaza hevkariyê gelên wan welatan bikin ku tê de nîştecih in, ji bo ku ev şer û abluqeya li dijî gelê me bi zûtirîn dem de rabigrin. Daxwaz dikim dengê mezlumiyeta Kurdistanê û peyama aştîxwazane ya gelê me bi cîhanê rabigihînin.