Hevserokên HDP ên Stenbolê hatin binçav kirin
Piştî gengeşeya di navbeyna polis û çalakvanan de, hevserokên HDP ên Stenbolê Esengul Demir û Cengiz Çiçek jî dinav de 6 kes hatin binçav
K24 – Navenda Nûçeyan
Platforma dezgehên demokratîk ên Stenbolê, bi daxwaza zanyariyan liser tendûristiya rêberê PKK Abdullah Ocalan, xwestin çalakiyek li meydana Khaldekon li Kadikoy a Stenbolê lidar bixe. Polisan rê nedan çalakî pêk were.
Herweha rê nehat dan ku, daxûyaniya rojnamevanî jî were pêşkeşkirin, piştî gengeşeya navbeyna polis û çalakvanan de, hevserokên HDP ên Stenbolê Esengul Demir û Cengiz Çiçek jî dinav de 6 kes hatin binçav kirin.