Girtîgehên Tirkiyê tijî ne
Hat destnîşankirin, di 5 salên dawî de hejmara girtiyan 97 hezar kes zêde bûn e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê hejmara zîndankiriyan gehîşt, 230 hezar kesan û êdî di zîndanan de cîh nemaye.
Li Tirkiyê piştî hewla derbeya Leşkerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'ê gelek kes hatin lêpirsînkirin û hatin girtin. Her weha operasyonên hember endam û alîgirên HDP û DBP jî gehîştin asta herî bilind û bi dehezaran kes hatin zîndankirin.
Li gor daneyên Wezareta Dadê, hemû girtîxaneyên Tirkiyê tenê besî 207 hezar kesan dikin, lê niha 230 hezar kes li Tirkiyê di zîndanan de ne.
Hat destnîşankirin, di 5 salên dawî de hejmara girtiyan 97 hezar kes zêde bûne.
Jiber zêdebûna girtiyan, hikûmeta Tirkiyê bi biryareke taybet sizaya zîndankirina 40 hezar kesan rakiribû.