Siûdî: Astenga mezin lipêş aştiyê li Yemenê, Îran e!

Cubeyr, Komara Islamî ya Îranê wekî mezintirîn piştgirê terorê li cîhanê binavkir.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adel El Cubeyr, di civîna Wezîrên derve û berpirsên serbazî yên Behreyn, Misir, Emîratên Yekgirtî yên Erebî û Senegal li paytext Riyad de axifî: Mezintirîn astengî lipêş aştiyê li Yemenê Îranê. Îran naxwaze aştî û aramî were Yemenê.

Ligor Cubeyr, Iran alîkariya çek dide Hussiyan li bakurê Yemenê û rê liber aştiya navxweyî ya Yemenê digre. Cubeyr, Komara Islamî ya Îranê wekî mezintirîn piştgirê terorê li cîhanê binavkir.