Gabriel û Çavuşoglu pêwendiyên Almanya-Tirkiye gotûbêj kirin
Wezîrê Derve yê Almanya Sîgmar Gabrîel serdana Tirkiyê kir bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu re civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Almanya Sîgmar Gabrîel serdana Tirkiyê kir bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu re civiya.
Sîgmar Gabrîel, di çarçoveya serdaneke plankirî de derbasî Tirkiyê û li bajarê Antalya bi hevpîşeyê xwe Mewlûd Çawîşoglu re hat ba hev.
Jiber girtina welatiyên Almanya, navbera her du hikûmetan aloz bû bû û beriya deh rojan parêzvanê mafên mirovan Peter Studtner li Tirkiyê serbest hatibû berdan.
Gabrîel dabû xuyakirin, berdana Steudtner, nîşaneya destpêkê ya başkirina pêwendiya navbera her du welatan e û serdana Gabrîel jî bi armanca başkirina pêwendiyan tê nirxandin.