Tirkiye ragihand: Kongreya Gelên Suriye li Soçî hat bipaşxistin

Kalin diyarkir, di civîna nû ya Soçî de PYD dê neyête vexwendin û bipaşve xistina Kongreyê liser daxwaza Tirkiye pêkhatiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokomariya Tirkiye Ibrahim Kalin di dema beşdariya xwe di weşana zindî ya NTV de ragihand, Rusya Kongreya Gelên Suriye, ku dihate hizrkirin li Soçî bê lidarxistin liser daxwaza Tirkiye hatiye bipaşve xistin.

Kalin diyarkir, di civîna nû ya Soçî de PYD dê neyête vexwendin û bipaşve xistina Kongreyê liser daxwaza Tirkiye pêkhatiye. Kalin got: pêwendiya wan liser KOngreyê ligel Rusya berdewam in.