Li nêzîkî bajarê Bursa yê Tirkiyê teqînek çêbû û 13 kes bûn qurbanî
Di encamê de, beşekî mezin ji kargehê bi ser karkiran de ket û 5 kesan canê xwe jidest dan û 8 kesên din jî birîndar bûn.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hat zanîn ku ew teqîn di kargeheke boyaxê de li bajarokê Gursu yê ser bi Bursa ve çêbû û di encamê de, beşekî mezin ji kargehê bi ser karkiran de ket û 5 kesan canê xwe jidest dan û 8 kesên din jî birîndar bûn.
Herweha ziyaneke mezin li otomobêlan û li kargehên derdora cihê teqînê bû.