CHP: Pirsa Kurdî bi azadî û dîmukratiyê çareser dibe
Kilçdaroglu li dijî konê alîgirên PKKê, ku li ber deriyê konseya Ewropayê vegirtibûn, nerazîbûna xwe da xuyakirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê CHPê Kemal Kilçdaroglu, di konfiransa dîmukratiya cîhanî de li Strasbourgê li Firensa, li ser pirsa çarenivîsa doza Kurdî got: Heger dîmukratî û azadiya Tirkiyê di astê ya Ewropayê de be, wê pirsa Kurdî jî çareser bibe.
Kemal Kilçdaroglu got jî: Dîmukrasî û azadiya zêdetir kare pirsa Kurdî çareser bike. Herweha Kilçdaroglu di hevdîtna xwe de li gel sikirtêrê konseya Ewropayê, li dijî konê alîgirên PKKê, ku li ber deriyê konseya Ewropayê vegirtibûn, nerazîbûna xwe da xuyakirin.