NATO naxwaze Tirkiye S400an ji Rusya bikire
Tirkiyê meha Tîrmehê biryar dabû ku sîstemên S-400 ji Rusyayê bikire û di demên dawî de bo sîstemên parastina asîmanî bi Îtalya û Fransayê re ketibû pêwendiyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Hêzên Asîmanî yê NATOyê dibêje, ew dê zext û fişarên xwe ser Tirkiyê zêde bikin, da ku sîstemê S-400ê ji Rûsyayê nekirine.
Generalê Amerîkî Tod Wolter da xuyakirin, girêbesta Tirkiyê bi Rûsyayê re hîn cîbicî nebûye û sîstemê S-400 li Tirkiyê nî ne.
Da zanîn, sîstemê Rûsya bi sîstemê NATO yê parastina asîmanî re ne guncaw e û ew dixwazin Tirkiye sîstemên ku bi NATO re guncaw in bikire bi vê armancê dê zextên xwe berdewam bikin.
Tirkiyê meha Tîrmehê biryar dabû ku sîstemên S-400 ji Rusyayê bikire û di demên dawî de bo sîstemên parastina asîmanî bi Îtalya û Fransayê re ketibû pêwendiyê.