PYD dibe alozî di pêwendiyên navbeyna Rusya û Tirkiye de?
K24 – Navenda Nûçeyan
Di nava partiyên ku hatine vexwandin de hebûna PYD a ku deverên giring yên li Rojava di bin qontrola wê de ye rastî nerazîbûna Tirkiyê hat. Piştî hewdîtinên di navbera Moskova û Tirkiyê de Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin got ev cîvîna bahs lê tê kirin hatiye taloqkirin û Rûsyayê soz daye wan ku PYD beşdarî vê civînê nabe. Rusyayê heta niha ev daxuyanî sererast nekiriye û nederewendiye.
Li gorî Akademîsyen Nezîr Akyeşîlmen, çawa ku mijara PYDê navbera Emerîka û Tirkiyê vekir, têkiliyên Tirkiye û Rusyayê jî dê ber bi qeyranekê ve kaş bike.
Nezîr Akyeşîlmen-Akademîsyen, dîtina xwe weha tine ziman:
"Mijara herî hessas a Tirkiye meseleya PYDye. Sedema krîza digel Amerîka jî ev mesele bû. Tirkiye ji ber meseleya PYD digel Rûsya jî wê bikeve tengazariyê. Li Moskovayê ofîsa PYD heye û di vê proseyê de Rûsya pêwendiya xwe digel PYD dê berdewam bike. Li Sûriyê, piştî ku têkiliya Tirkiye digel Amerîka têk çû niha Tirkiye niha bi Rûsya re wek di nav tifaqê de xuya dike lê polîtîkaya wan hev du nagire. Bi tenê der barê Idlîbê de polîtîkaya wan yek e. Lê li herêmên din ango bi giştî li ser Sûriyê Rusya wek Tirkiye nafikire."
Serokê Enstûtiya Lêkolînên Rusyayê ya li Enqerê Profesor. Dr. Salîh Yilmaz jî di vê baweriyê de ye ku her du alî jî li gorî berjwendiyan têkilyên xwe berdewam dikin û fersendê nadin ku ev mijar di navbera wan de rê li ber qeyranekê veke.
Prof.Dr.Salih Yılmaz -Akademisyen –Serokê Enstituya Lêkolînên liser Rusyayê diyar dike:
"Di mijara PYDê de polîtîkayên her du welatan ji hev cuda ne. Tirkiye, PYDê wek rêxistineke terorî dibîne û naxwaze li Sûriyê bibe xwedî statû û gotinekê. Li Sûriyê hevkariya Tirkiyê ya ligel Rusyayê ew e ku li herêmê pêşiya hebûna Emrîkayê bigre û nehêle alîkariyan bo PYDê bişîne. Rusya jî naxwaze ku PYD bi temamî bikeve bin qontrola Emerîkayê de loma her gev deriyê xwe ji bo PYDê vekirî dihêle. Wekî tê zanîn di navbera Rusya û Tirkiyê de qeyrana frokeyê rû dabû û bi hewlên girîng demek nêz de ew qeyran hatibû çareserkirin. Her du alî jî li gorî berjwendiyên xwe têkilyên xwe berdewam dikin loma ez bawer nakim ku ev mijar di navbera her dua liyan de rê li ber qeyranekê weke."
Piştî serdana Serokê Dewleta Rusyayê Vladîmîr Putîn ya du meh berî niha bo Tirkiyê, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî diçe Rusyayê. Tê çaverêkirin ku di hevdîtina navbera Putîn û Erdogan de ya ku 13 Mijdarê li Soçiyê dê pêk bê, Nîqaşa PYD ê ya di navbera her du welatan de, naverok û dîroka cîvîna ku behsa vê tê kirin jî wê bê zelalkirin.