2emîn festîvala fîlman a Rojava dest pê kir
Di roja şewata sînema Amûdê de 2emîn Festîvala Fîlm a Rojava dest bi karên xwe kir, di festîvalê de kurtefîlm û belgefîlm li seranserî bajarên rojavayê Kurdistanê dê bêne pêşkêş kirin.
K24 – Qamişlo
Di roja şewata sînema Amûdê de 2emîn Festîvala Fîlm a Rojava dest bi karên xwe kir, di festîvalê de kurtefîlm û belgefîlm li seranserî bajarên rojavayê Kurdistanê dê bêne pêşkêş kirin.
Endamên komîta amadekar didin zanîn jî ku di çapa nû de wan komîteya nirxandinê ji Kurdistanê û hin dewletên cîhanî amade kiriye. herwiha hin fîlmên navdewletî jî di festîvalê de dê bêne pêşkêş kirin.
Festîval di bin sîwana Desteya Çandê ya Cezîrê de bi rê ve diçe, berpirsên wê desteyê didin zanîn ku piştî çapa yekemîn ji festîvala film, wan hemû karîn ji bo komîta amadekar peyda kirin da ezmûneke serkeftî ji sînemeya rojava re pêşkêş bikin, û tekez dikin ku ewê di piştgiriya berhemên sînema de berdewam bin nemaze piştî beşdarbûna hin fîlmên cîhanî di festîvala nû de.
Festîvala fîlm a Rojava 5 rojan dê berdewam be, tê de 77 fîlm ji bo pêşbirkê beşdar in û di 6 bajarên Rojavayê Kurdistanê de dê fîlm bêne pêşkêş kirin. Herwiha di dawiya festîvalê de kurtefîlm û belgefîlmên ku derbasî pêşbirkê bûne û biser ketine dê bêne xelatkirin.