PEN, Nivîskar Zehra Dogan a Kurda Bakur, yek ji girtîyên sale destnîşan kir

PEN her sal “ji bo bicîhanîna ramana azad nivîskarên ku rastî pirsgîrekên yasayî û tadeyê tên de” 5 nivîskaran li cîhanê destnîşan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Nivîskaran a Navneteweyî (PEN) di nav 5 navên ku bale bikşînin ser de, nivîskara girtî ya ji Diyarbekir a bakurê Kurdistanê Zehra Dogan jî destnîşan kir.

PEN her sal “ji bo bicîhanîna ramana azad nivîskarên ku rastî pirsgîrekên yasayî û tadeyê tên de” 5 nivîskaran li cîhanê destnîşan dike.

Ew pênc navên girtiyên salê, ku îsal dê liser wan bi taybetî bê rawestandin ev in:

Çalakvan û nivîskar Cesario Alejandro Felix Padilla Figueroa ji Honduras

Nivîskar Nguyen Ngoc Nhu Quynh ji Vietnam ku sezayê 10 girtîgeh li hember hatiye dan

Karikaturvan  û çalakvan Ramon Esono Ebale ji Ginesa Ekwator

Nivîskar û Parêzer Razan Zaitouneh ji Suriye, ku wenda ye

Nivîskar, rojnamevan û wêneçêker Zehra Doğan ji Tirkiye (ji Diyarbekir a bakurê Kurdistanê), ji ber ku wêneyek çêkiriye 33 sal sezayî girtîgehê girti ye.