Çavûşoglu: Divê Amerîka pabendî soza xwe be û çekan nede YPGê

Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlût Çavûşoglu ragihand, ew çaverê dikin Serokê Amerîka pabendî soza xwe be û çekan nede YPGê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlût Çavûşoglu ragihand, ew çaverê dikin Serokê Amerîka pabendî soza xwe be û çekan nede YPGê.

Mewlût Çavûşoglu li bajarê Antalyayê pirsa rojnamevanan bersivand û bal kişand li ser pêwedniya telefonî ya di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Amerîka Donad Trump.

Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê got, divê Amerîka êdî çekan nede YPGê. Ew çaverê dikin ku Amerîka pabendî soza xwe be û dawî li vê sosretiyê bîne. 

Çavuşoglu duh gotibû, Trump bi zelalî soz daye Tirkiyê ku ew êdî çekan nadin YPGê.