Soylu: “Em nahêlin Amerîka lîstikan li herêmê encam bide”

Wezîrê navxweyî yê Tirkiye gotinên giran hemberî Amerîka û cîhana Rojava bikaranîn û diyarkir ku: “Hûn dixwazin lîstikan li ser me û herêmê bilîzin. Lê em vê rêyê nadin we”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê navxweyî yê Tirkiye gotinên giran hemberî Amerîka û cîhana Rojava bikaranîn û diyarkir ku: “Hûn dixwazin lîstikan li ser me û herêmê bilîzin. Lê em vê rêyê nadin we”.

Soylu destnîşankir: “Amerika zêdeyî 4 hezar bargilgir çek dan PKK / PYD. We çima ew çek dan wan? DAIŞ qediya, hûn dê bi kê re şer bikin? We şeş bînkeyên serbazî avakirin e. Ev amadeyiya we ji bo kê ye? Hûn bawer dikin, bi pênûsê hûn dê coxrafya herêmê bigiherin? Hûn xwe dixapînin, em wê rêyê nadin we”.