Bozdag: Gefê li Sarraf dixwin
Berdevkê hukimeta Tirkiyê Bekir Bozdag di kenala 24TV de, bi taybetî liser pêwendiyên di navbeyna Amerika û Tirkiye de bersîv dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê hukimeta Tirkiyê Bekir Bozdag di kenala 24TV de, bi taybetî liser pêwendiyên di navbeyna Amerika û Tirkiye de bersîv dan.
Bozdag liser rawestandina dan a çekan bo YPG, ku Tirk dibêjin Serokê Amerika soz daye Erdogan, wekî pêngavek erênî binav kir, lê herweha got ku: “çekên berê jî hatine dan, divê bên komkirin. Em dê vê babetê bişopînin”.
Di babeta doza li dijî gûmankarê sextekariyê Riza Sarraf ê hevwelatiyê Tirkiye û Îranê jî diyarkir: “Ez ji dadweriya Amerika dipirsim, di destê we de belgeyên rasteqîn ên dijî Sarraf hene? Ger hene, kê ev belge dan we? Doza hemberî Sarraf wekî dozek hemberî Tirkiye tê birêvebirin. Bi ser Sarraf dixwazin Tirkiye bixin bin tometan de. Em nizanin Sarraf xwe radest kir an hate hate revandin? Lê diyar e gef li Sarraf tên kirin”.
Sarraf ê ku berî 2 salan li Miami li Amerika hate girtin, bi tometên spîkirina pereyên reş, şkandina dorpêça ser Îranê, gendelî, sextekariyên benkayî û zerar hemberî biryarên Amerika tê dadgeh kirin.