Daxûyaniya Pentagon tê mêza Encûmena Ewleyî ya Tirkiye
Berdevkê Serokomariya Tirkiye Ibrahim Kalin ragihand ku, daxûyaniya Pentagon a berdewamiya piştgiriya Hêzên Suriye yên Demokratîk (HSD) dê di civîna Encûmena Ewleyî ya Tirkiye (MGK) de bê nirxandin û piştî wê helwêsta Tirkiye di vê babetê de bête ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di medya Tirkiye de ev çendîn roj in dihate şîrovekirin ku, Serokê Amerika Trump soz daye Serokomarê Tirkiye Erdogan ku, alîkariyên Amerika yên çekdayînê bo YPG dê bên rawestandin. Vê sibehê Pentagon jî di daxûyaniyekê ragihandibû ku, alîkariyên Amerika bo HSD dê berdewam bin.
Daxûyaniya Pentagon dilgiranî li Tirkiye peyda kiriye.