Dozger: Sarraf tewan qebûl kirin
Dozgerê doza dijî gûmankarê sextekariyê Riza Sarraf ragihand ku: “Riza Sarraf tewan qebûl kirin, li hember doza dijî cîgirê serpereştyarê berê yê Halkbank Hakan Atilla, dê wekî şahidxal beşdariyê di doze de bike”.
K24 – Navenda Nûçeyan

Doza dijî Sarraf alozî di navbeyna Tirkiye û Amerika de peyda kiriye. Hukimeta Tirkiye Amerika tewanbar dike ku, doza dijî Sarraf lidij Tirkiye, bi taybetî hemberî Serokomar Erdogan bikartîn e. Ji ber ku, her di dema desthilata AK Partî de, tewanên dijî Sarraf, ku pereyên reş spî kirin e, dorpêça dijî Îranê berteref kiriye, gendelî û sextekarî kiriye, pekhatin e.
Li Tirkiye metirsî hebû ku Sarraf rêya pejirandina tewanan hilbijartiye, ji bo ku sezayê wî kêm bibe yan doza hemberî wî bê rakirin. Îro, dozgerê doze destnîşankir ku, Sarraf rêya hevkarî û karkirina ligel dadgehê hilbijartiye.