Tillerson bala Tirkiye kişand
Wezîrê derve yê Amerikayê Rex Tillerson girêdayî pêwendiyên Tirkiye ligel Rusya û Îranê bala Enqereyê kişand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Amerikayê Rex Tillerson girêdayî pêwendiyên Tirkiye ligel Rusya û Îranê bala Enqereyê kişand. Tillerson beşdarî panelekê li Waşington bû û di derbarê têkiliyên nêzîk ên dema dawî di navbeyna Tehran, Moskow û Enqere de rûdayî axifî.
Tillerson diyarkir: “Wekî hevkarek me di nav NATO de em hêvîxwazin Tirkiye bijardeyên NATO bide pêş. Iran û Rusya, wê berjewendiya ku cîhana Rojava dikare bigihine aborî û siyaseta Tirkiye, nikarin bigihînin wî welatî. Tirkiye dive vê yekê berbiçav bigre”.