Şimşek diyarkir: doza Sarraf dikare metirsî liser bankayan bike
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mehmet Şimşek jî, di doza Sarraf a li Amerikayê tê dîtin de hate deng û diyarkir ger ew doz metirsiyê li kart a bankayî li Tirkiye bike, dewlet dê destê alîkariya bigihîne wan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mehmet Şimşek jî, di doza Sarraf a li Amerikayê tê dîtin de hate deng û diyarkir ger ew doz metirsiyê li kart a bankayî li Tirkiye bike, dewlet dê destê alîkariya bigihîne wan.
Şimşek di panela Bogaziçi ya Stendolê de axifî û da nîşandan ku, “Dozek siyasî li Amerikayê ger bandora xwe li karta bankayî li Tirkiye bike, ew dê destê alîkariyê bigihînin wan. Karta bankayî bihêz e û dê bikaribe hemberî van kargeriyan rawestee, lê ger bandore bike jî, ew dê pêngavên pêwîst bavêjin”.
Bi vê yekê diyar dibe ku, doza li dijî Sarraf li Amerika metirsiya aborî jî li Tirkiye peyda kiriye.