Yildirim: Dawiyê li çalakiyên PKKê tînin
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, demeke kêm maye ku li Tirkiyê dawî bi çalakiyên PKKê bînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, demeke kêm maye ku li Tirkiyê dawî bi çalakiyên PKKê bînin.
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim îro li Enqereyê axivî û got, ew 40 sal in şerê PKKê dikin. Di salên dawî de şerê wan serkeftîtir bûye û PKK êdî nikare pişta xwe rast bike û ser xwe ve were. Demeke kêm maye ku li Tirkiyê dawî bi çalakiyên PKKê bînin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê amaje kir ku, di demsala zivistanê de jî leşker û polîsên wan dê bênavber şerê PKKê bikin û dawiyê wê bînin.