Tirkiye di derbarê berpirsê berê yê CIA de, biryara girtinê da

Dozgeriya Stenbolê ya Komarî di derbarê cîgirê serokê berê yê Dezgeha Hewalgiriya Navendî (CIA) ya Amerika û berpirsê dosyeya Tirkiye Graham E. Fuller de biryara girtinê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dozgeriya Stenbolê ya Komarî di derbarê cîgirê serokê berê yê Dezgeha Hewalgiriya Navendî (CIA) ya Amerika û berpirsê dosyeya Tirkiye Graham E. Fuller de biryara girtinê da.

Ligor medyaya Tirk, egera dozgeriya Stenbolê  “hewldan bo herifandina hukimeta Komara Tirkiye, bidestxistina zanyariyan bi rêyên siyasî û serbazî, ku ji bo ewleyiya Tirkiye divê veşartî bimînin, hewldana têkbirina sistema destûrî” ye.

Dozgeriya Stenbolê destnîşan kiriye ku, di dema hewla Kûdetaya Leşkerî ya 15ê Tîrmeh a2016an de Fuller li Tirkiye bû ye û piştî hewldana 15ê Tîrmehê jî, ji Tirkiye derketiye.