Ebru Gundeş agahdarî da ye ku, mêrê wê dikare zirarê bigihîne Tirkiyê
Ebru Gundeş, piştî girtina mêrê wê di sala 2016an de peyamek gihandiye Receb Tayyip Erdogan ku, mêrê wê dikare zirarê bigihîne Tirkiyê/
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermenda navdar a Tirkiyê û jina sextekar Riza Sarraf Ebru Gundeş, piştî girtina mêrê wê di sala 2016an de peyamek gihandiye Receb Tayyip Erdogan ku, mêrê wê dikare zirarê bigihîne Tirkiyê/
Ligor nivîskarê rojnameya Turkiye Yucel Kayaoglu, di destpêka hefteyê de di civîna desteya birêvebir a AK Partiyê de, babeta doza Riza Sarraf jî hatiye behskirin. Di civînê de hatiye bibîranîn ku, jina Riza Saraf a hunermend Ebru Gundeş hîn di sala 2016an de bi rêya naskiriyên wî ve, peyam gihandiye Erdogan ku: “Girtina Riza li Amerîka û çûn a wî ya Miami hemû ne rûdanên ji rêzê ne. Ew dikare zirarê bigihîne Tirkiye”.