CHP ji Erdogan xwest eşkere bike çawa Zerab nihyêniyên dewletê bidest xistiye

Kiliçdaroglu: Tiştên ku Zerab li Amerîka dibêje, nehêniyên giring yên dewleta Tirkiyê ne û divê Erdogan bêje çawa Zerab ew nihênî kom kiriye

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bang li serokê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan kir, daku zelal bike çawa nihêniyên giring yên dewletê ketine destê Riza Zerab û heya roja Sêşemê moletê dide Erdogan ku bersiva wî bide.

Kemal Kiliçdaroglu, li Mêrsînê beşdarî merasîma vekirina hin projeyên şaredariyê bû. Li wir bal kişand ser doza Reza Zerab ku Tirkiyê bi şikandina dorpêça ser Îranê tometbar dike û da xuyakirin, heya dema nêzîk rayedarên dewletê Reza Zarab wek xêrxwazekî nîşan didan lê îro dibêjin xayîn û sixur e.

Kiliçdaroglu got, tiştên ku Zerab li Amerîka dibêje, nehêniyên giring yên dewleta Tirkiyê ne û ji Erdogan xwest heya roja Sêşemê bersivê bide, ka çawa Zerab ew agahî kom kiriye.