Tirkiyê ji bo rakirina vîzeya Yekîtiya Ewropa bilez gavan davêje
Berî niha Komisyona Yekîtiya Ewrupa pêşniyar kiribû, ku vîze ji bo welatiyên Tirkiyê bê rakirin, heger Enqera 5 mercên YE bicî bike
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrên derve, dad, navxwe û karûbarên Yekîtiya Ewropa di hikûmeta Tirkiyê de, bi armanca amadekirina nexşerêya mijara vîzeya Yekîtiya Ewropa civiyan û derbarê helwesta Tirkiyê û amadekirina raportê lihev kirin.
Hat ragehandin, di nav mercan de ji bo Tirkiyê zehmetirîn merc, guhertina yasayên nehiştina terorê ye.
Eger serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, nexşerêya her çar wezîran bipejirîne, helwesta Tirkiyê dê pêşkêşî civîna wezîrên derve yên Ewropa bê kirin.
Hat zanîn ku di nexşerêya her çar wezîran de, bicîkirina hejmarek mercên Yekîtiya Ewrupa ji bo rakirina vîzeyê hatiye behskirin, berî niha jî komisyona Yekîtiya Ewrupa li ser Perleman û Encûmena Yekîtiya Ewrupa pêşniyar kiribû, ku vîzeyê ji bo welatiyên Tirkiyê rake, heger Enqera van 5 mercên xwarê bicî bike:
Tedbîrên nehiştina gendeliyê bihêztir bike.
Berdewamiya diyalogê ji bo rêketinê li gel Europol (Polîsê Ewropa).
Hevkariya dadwerî li gel hemû welatên endam di Yekîtiya Ewropa de.
Bicîkirina pîvanên Yekîtiya Ewropa.
Rastkirina yasayên nehiştina terorê.