New York Times: Bi belgeya nehênî ya doza Sarraf de, navê Erdogan heye
Di wê belgeyê de navê – Beyefendi (Rêzdar) derbas dibe, ku tê gûmankirin - ew beyefendi – Serokomar Receb Tayyip Erdogan e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî eşkerekirina çendîn belgeyên “dizî / nehênî” di doza dijî karsazê Tirk / Îranî Riza Sarraf yê ku bi egera sextekarî û têkdana dorpêça liser Îranî girtî ye, belgeyek bala raya giştî û medya gelek kişandiye. Di wê belgeyê de ( axaftina telefonî ji 6 xûlek û 40 saniye ye) navê – Beyefendi (Rêzdar) derbas dibe, ku tê gûmankirin - ew beyefendi – Serokomar Receb Tayyip Erdogan e.
Ligor belgeyê kesê ku Sarraf ligel diaxife, dibêje ku “Ew dê ligel Mewlud (tê gûmankirin Mewlud Çavuşoglu – Wezîrê Derve yê Tirkiye ye) û Bekir ( tê gûmankirin Bekir Bozdag – Wezîrê Dadê yê Tirkiye yê berê, niha peyvdarê hukimetê) re bipeyive. Herweha parêzer Şeyda jî ligel wan axifiye”.
Di belgeyê de herweha hatiye: “Şeyda dê ligel Beyefendî (Rêzdar) re biaxife û ger pêwîst bibe dê daxwaz bike Beyefendi ligel Obama bipeyive. Şêwirmendê Serokomar di wê baweriyê de ye, ev doz ne doz a Sarraf, doz a Neteweyî ye. Bekir dê zanyariyên zêdetir bide Beyefendi. Ibrahim (tê gûmankirin Ibrahim Kalin – peyvdarê Serokomar e) jî dê zanyariyan werbigire û bi Bekir û Mewlud re biaxife”.
Rojnameya New York Times a Amerîkî di wê baweriyê de ye, ew axaftina ku wekî belge hatiye doze û 4ê Mijdar a 2016an de pêkhatiye, diyar dike ew navên hatin e gûman dike ku ev in: Mevlud Çavuşoglu Wezîrê Derve, Bekir Bozdag Wezîrê dadê yê berê û kesê dê li Obama bigere jî -Beyefendî - Serokomar Erdogan e.