Dadgeha Tirkiyê lêkolînê bi Brett McGurk re dike
Du rêxistiyên Tirkiyê: Brett McGurk ji bo xizmeta rêxistiyeke terorîstî kar dike û çekan radestî wê dike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Dozgerê giştî yê Enqerê, doseya lêkolînê bi nûnerê serokê Amerîka di Hevpeymana li dijî DAIŞê de Brett McGurk re vekir, piştî ku ji aliyê du rêxistiyên Tirkî ve, bi tometa hebûna pêwendiyên wî li gel "girûpên terorîst" daxwaza girtina wî hat kirin.
Herdu rêxistiyên Tirkî "Platforma Têkoşana Sivîl li dijî Fethulla Gulen" û "Foruma Hevkariyê û Dadmendiya Civakî", pêwendî li gel dadgeha Izmîrê kirin û daxwaza destserkirina Brett McGurk kirin.
Herdu rêxistiyên navhatî dan xuyakirin ku nûnerê serokê Amerîka di Hevpeymana Navdewletî de ya li dijî DAIŞê "Brett McGurk ji bo xizmeta rêxistiyeke terorîstî kar dike û çekan radestî wê dike", ew jî wek nîşanekê ji alîkariyên serbazî yên Amerîka ji HSDê re, baskê serbazî yê PYDê têde hêza serekî ye û bi taybet piştî ku peyvdarê berê yê HSD Telal Silo ji medya Tirkî re eşkere kir, ku biryara HSD di destê fermandarên Qendîlê de ye û HSD ji aliyê fermandarên serbazî yên PKK tê birêvebirin.
Di nav salên derbasbûyî de, bêtirî carekê Brett McGurk serdana serkirdeyên Rojavayê Kurdistanê û HSD kiriye, ji ber vê yekê jî di Gulana derbasbûyî de, weîzrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû daxwaza guhertina nûnerê seroka Amerîka di Hevpeymana Navdewletî de ya li dijî DAIŞê kiribû.