Erdogan: Israil dewletek dagîrker e
Erdogan got: “Tu welatek bi baweriya bi hêza xwe nikare hiquqa navneteweyî paşçav bike. Israîl welatek dagîrker e. Niha bi polîsên xwe, hêzên xwe êrîşî gencan û zarokan dike, terorê pêktin e. Bi F16an êrîşî Xeza dike. Çima? Ji ber ku dixwaze diyar bike: Ez bi hêz im”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan lipişt xwe nexşeyên Israilê yên 1967an û 2017an rexneyên tund li Israil kirin û ew wekî welatek dagîrker binav kir.
Erdogan got: “Tu welatek bi baweriya bi hêza xwe nikare hiquqa navneteweyî paşçav û binpê bike. Israîl welatek dagîrker e. Niha bi polîsên xwe, hêzên xwe êrîşî gencan û zarokan dike, terorê pêktin e. Bi F16an êrîşî Xeza dike. Çima? Ji ber ku dixwaze diyar bike: Ez bi hêz im”.