Telewizyona Tirk bangewaza şerê çekdarî dijî Israilê kir

Telewizyona Akit a Tirkiyê, liser ekranên xwe bi awayek vekirî bangewaziya şerê çekdarî dijî Israilê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Telewizyona Akit a Tirkiyê, liser ekranên xwe bi awayek vekirî bangewaziya şerê çekdarî dijî Israilê kir.

Berpirsiyarê nûçeyî yê Akit TV (ku nêzîkî desthilatê tê zanîn)  yê Enqere Mehmet Ozmen got, “xelkê me dive biçe Qudisê. Hemû brayên me yên Musilman, bê tirs dive biçin Mescid-î Eqsa: Şerê çekdarî yekem rê ye. Israil û Amerika ji şer têdigihin!...