Hunermend Rojîn zarokên Sûra Diyarbekirê şad dike
Li Diyarbekirê bi pêşengiya Hunermenda Kurd Rojîn, ji bo zarokên Sûrê Diyarbekirê alîkariya mirovî hat belavkirin. Alîkarî ji bo 250 zarokên ku mexdûrên aloziyên Sûrê bûn, hat dayîn.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê bi pêşengiya Hunermenda Kurd Rojîn, ji bo zarokên Sûrê Diyarbekirê alîkariya mirovî hat belavkirin. Alîkarî ji bo 250 zarokên ku mexdûrên aloziyên Sûrê bûn, hat dayîn. Alîkariya ku cara duyemîn e bi banga “Zarokên Me” hat komkirin, ji cil û bergên zivistanê pêk hat û di bernameya alîkariyê de bang li hemû hunermendên Kurd hat kirin ku xwedî li kêmderfetên civaka xwe derkevin.
Ji bo 250 zarokên navçeya Sûrê ya Diyarbekirê û mexdûriya ku jiyabûn ji aliyê civakê ve her tim were bibîranîn, kampanyayeke alîkariya cil û bergan hat destpêkirin. Kampanyaya bi banga “Zarokên Me” hat destpêkirin, bi pêşengiya Hunermenda Kurd Rojîn û çend karsazên xêrxwaz pêk hat. Hunermend Rojîn bang li hunermendên Kurd kir ku her yek ji konserên xwe beşek jî bibexşîne, dê barê malbatên Sûrê hinek sivik bibe.
Hunermenda Kurd Rojîn ji K24ê re got: “Em bi rastî miletekî bindest in û zarokên me jî di xizaniyê de dijîn. Divê em bi her awayî alîkariya wan bikin. Ne tenê saqoyek û pêlavek; dema ku zarok hunermendekî/e Kurd li hember xwe dibînin, wê demê kêfa wan jî ji hunera Kurdî re jî tê.”
Hunermend Rojîn beriya destpêka bernameyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku; hemû zarokên li cîhanê ji bo me girîng in. Yek ji pêşengên vê kampanyayê jî Kevin Noîr e. Noîr dibêje; armanca vê kampanyayê ew e ku hem mexdûrên Sûrê neyên jibîrkirin hem jî hişmendiyek di nav hunermendan de were çêkirin.
Kevin Noîr dibibêje: “Em dixwazin bi rêya vê kampanyayê rewşa malbat û zarokên Sûrê car din bikin rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê.”
Zarokên ku digel malbatên xwe li hêwanê li hev civiyan, tevî temenên xwe yên biçûk ne ji ber alîkariyê, ji ber ku cara yekemîn e li bernameyeke wiha ne kêfxweşiya xwe tînin zimên. Sevda Apaydinci jî yek ji wan zarokan e û dixwaze her tim bernameyên wiha çêbibin.
Zaroka mexdûr a Sûrê Sevda Apaydinci got: “Pêlavek û saqoyek dan min, gelek kêfa min hat. Ez dixwazim her tim wiha biçim ser dikê. Bila tiştek nedin me lê bila em wisa kêf bikin. ”
Di bernameya hat rêvebirin de bang li hemû xêrxwazan û bi taybetî li hunermendan hat kirin ku li kîjan deverê dibe bila bibe, divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere û piştgiriya kêmderfetên civaka xwe wekî erkekê bibîne. Piştî belavkirina alîkariyê, zarokên ku li ser dikê li hev civiyan, bi stranên Rojîn demên bi coş derbas kir.