Li Silêmaniyê hêzên emnî xwepêşanderan jihev belav dikin

Serokê dozgeriya giştî bi wekalet, doznameyek li dijî Şasiwar Ebdilwahid pêşkêş kiriye daku tedbîrên yasayî li dijî wî bên stendin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên emnî yên bajarê Silêmaniyê ji bo belavkirina hejmarek ji xwepêşanderan, li meydana Berderkê Sera kom bûn û dengê teqeyan hat bihîstin.

Hevdem serokê dozgeriya giştî bi wekalet, doznameyek li dijî Şasiwar Ebdilwahid pêşkêş kiriye daku tedbîrên yasayî li dijî wî bên stendin, bi sedema ku ew bangeşeya xwepêşandanan dike ku di encama wan xwepêşandanan de gellek kiryarên xirab hatine kirin û hejmarek ji dezgeh û avahiyên hikûmî hatine şewitandin û cihên giştî hatine têkdan û riyên giştî ji aliyê xwepêşanderan ve hatine girtin.

Li gorî nûçeyên dezgehên ragihandinê yên ser bi Şasiwar Ebdilwahid ve, ku xwe wek serokê "Tevgera Nifşê Nû" dide nasîn, tevî ku doz li dijî wî hatiye vekirin, biryar e êvara îro navhatî bi riya Bexdayê vegere Silêmaniyê".

Ev yek di demekê de roja 18/12/2017an Şasiwar li Birîtanya ve li gel kenalên xwe yên televizyonî axivî û daxwaza xwepêşandanên sertaserî û berdewamîdan bi xwepêşandanan kir, îro jî hejmarek ji xwepêşanderan êrîşî avahiyên hikûmî û hizbî kirin û şewitandin.