Parêzgarê Kerkûkê dest ji kar vedikişîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji nivîsîngeha Parêzgarê Kerkûkê aşkere kir, Mihemed Seman di nava çend demjimêrên bê de dest ji kar berdide; sedema vê yekê jî xwarina sûnda yasayî ye wekî Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Iraqê.
Jêderekî ji nivîsîngeha Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman îro 15ê Cotmeha 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, Seman raspardeyên pêwîst dane nivîsîngeha xwe, da ku nameya wî ya destjêberdanê amade bikin, ji ber ku di çend saetên pêş de ew wekî Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Iraqê sûnda yasayî dixwe.
Li gorî gotina heman jêderî, Mihemed Seman heta wê dema ku li Parlamentoya Iraqê sûnda yasayî dixwe, dê wekî Parêzgarê Kerkûkê di posta xwe de berdewam be.
Herwiha diyar kir ku Parêzgarê Kerkûkê fermana pêwîst daye, da ku êvarê yekser piştî xwarina sûnda yasayî li parlamentoyê, nameya destjêberdana wî ji posta Parêzgarê Kerkûkê bi awayekî fermî pêşkêşî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê were kirin.