Biryara pênc sal zîndanîkirinê ji bo Lahûr Şêx Cengî derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Duyem a Tawanan a Silêmaniyê, derbarê Serokê Hevpeymaniya "Bereya Gel" Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad Şêx Cengî û hejmarek girtiyên din ên dosyeya bûyera "Otêla Lalezar" de cezayê girtîgehê birî.
Îro 15ê Cotmeha 2026an, li Dadgeha Duyem a Tawanan a Silêmaniyê rûniştina dadgehkirina tometbarên bûyera Hotêl Lalezarê birêve çû.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê da zanîn, dadgehê biryara zîndanîkirinê ji bo Lahûr Şêx Cengî, Polad Şêx Cengî, Rêbwar Hamîd Hacî Xalib, Rêbwar Qudret, Pêşewa Hesen, Rênwar Ziryan û Aras Heme Elî Serbest Mîna da.
Hûrgiliyên sizayên hatine birîn bi vî rengî ne:
- Lahûr Şêx Cengî: 5 sal û 3 meh.
- Polad Şêx Cengî: 3 sal û 6 meh.
- Rêbwar Qudret: 3 sal û 6 meh.
- Pêşewa Hesen: 3 sal û 6 meh.
- Rênwar Ziryan: 3 sal û 6 meh.
- Rêbwar Hamîd Hacî Xalib: 2 sal.
- Aras Heme Elî Serbest Mîna: 1 sal û 6 meh.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê, du ji girtiyên Lalezarê yên bi navên (Keywan û Omer Şêx) bi biryara dadgehê hatine azadkirin.
Bûyerên Hotêl Lalezarê vedigerin berbanga 22ê Tebaxa 2025an, dema ku hêzên Komando û Dijeterorê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê bi ser wê hotêlê de girtin. Di wê bûyerê de piştî çar saetên şer û pevçûnên çekdarî di navbera wan hêzan û çekdarên hêza taybet a Bereya Gel de bi bikaranîna çekên giran, çendîn çekdar ji her du aliyan hatin kuştin û birîndar bûn.
Di encama wê operasyonê de, Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad û bi dehan kesên din hatin desteserkirin. Ji wê demê ve Lahûr Şêx Cengî û beşek ji girtiyên din di girtîgehê de mane.
Ev tometbar li gorî madeya 56emîn a Yasaya Cezayan a Iraqê hatin dadgehkirin, ku ev made taybet e bi "rêkeftina komekê yan çend kesan bo encamdana tawanekê yan çend tawanan bi hev re".
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê, du ji girtiyên Lalezarê bi navên (Keywan û Omer Şêx) bi biryara dadgehê hatine azadkirin.
Bûyerên Hotêl Lalezarê vedigerin berbanga 22yê Tebaxa 2025an, dema ku hêzên Komando û Dijeterorê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê bi ser wê hotêlê de girtin. Di wê bûyerê de piştî çar saetên şer û pevçûnên çekdarî di navbera wan hêzan û çekdarên hêza taybet a Eniya Gel de bi bikaranîna çekên giran, çendîn çekdar ji her du aliyan hatin kuştin û birîndar bûn.
Di encama wê operasyonê de, Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad û bi dehan kesên din hatin desteserkirin. Ji wê demê ve Lahûr Şêx Cengî û beşek ji girtiyên din di girtîgehê de mane.
Ev tometbar li gorî madeya 56emîn a Yasaya Cezayan a Iraqê hatin dadgehkirin, ku ev made taybet e bi "lihevkirina komekê yan çend kesan bo encamdana tawanekê yan çend tawanan bi hev re".