Avahiyên partiyan li Ranya hatin şewitandin û Pêşmergeyekî Partî hat birîndarkirin

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, li Ranya baregehên melbendên YNK û Yekgirtûya Islamî hatine şewitandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li Ranya xwepêşanderan hejmarek ji baregehên aliyên siyasî şewitandin û Pêşmergeyekî dîdevanê liqê 11an yê PDK li Ranya hat birîndarkirin.

Berpirsê liqê 11an yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Umer Xidir ji Kurdistan24ê re ragihand, ku xwepêşander êrîşî baregeha liqê Partî dikin.

Umer Xidir got jî: "Ev tiştê çêdibe ne xwepêşandan e û bi awayekî rêkxistî teqe li baregehên PDK tê kirin."

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, li Ranya baregehên melbendên YNK û Yekgirtûya Islamî hatine şewitandin.