Hevseroka Şaxa Kadikoyê ya HDP hate desteserkirin

Polîsên dijî terorê yên Stenbolê li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê ya Şaxa Stenbolê operasyon kirin û Hevseroka Şaxa Kadikoyê Gul Demirê desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsên dijî terorê yên Stenbolê li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê ya Şaxa Stenbolê operasyon kirin û Hevseroka Şaxa Kadikoyê Gul Demirê desteserkirin.

Operasyonên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê bênavber berdwam dikin û îro polîsan li bajarê Stenbolê avêtin ser avahiya Şaxa HDPyê ya Kadikoyê. Di nav avahiyê de nêzikê 4 seetan lêgerîn kirin û dest danîn hejmarek zêde belgeyên HDPyê. Di derbarê Hevserokên Şaxa Kadikoyê Ercan Demîr û Gûl Demîr de jî biryara girtinê hatibû dêrxistin û ji wan Gûl Demîr hate girtin. Piştî operasyona polîsan hejmarek alîgir û endamên HDPyê ber avahiya Şaxê xwenîşandan kirin û civîneka çapemeniyê pêk anîn.