Kiliçdaroglu: Pêvajoya bê ya hilbijartinan pêvajoya hevpeymaniyê ye

Serokê Partiya Gel a Komarê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu dibêje pêvajoya bê ya hilbijartinan pêvajoya hevpeymaniyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokê Partiya Gel a Komarê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu dibêje pêvajoya bê ya hilbijartinan pêvajoya hevpeymaniyê ye.

Kiliçdaroglu beşdarê televîzyoneka taybet a Tirkiyeyê bû balê kişand li ser hevpeymaniya hilbijartinan û got pêvajoya bê ya hilbijartinan pêvajoya hevpeymaniyê ye. Li pêşiya welatiyan 2 vebijêrk hene. Rejîma yekmirovî û sîstema parlementer a demokratîk. Li gor Kiliçdaroglu kesên ko alîgirên demokrasiyê bin dê ba hev bin. Kesên ko alîgirê rejîma yekmirovî bin dê cem Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî bin.