Şasiwar Ebdilwahid li firîngeha Silêmaniyê hat girtin

Şasiwar Ebdilwahid ji aliyê çend çekdarekî ve hat girtin û bi tenê bi baseke firîngehê ji bo cihekî nenaskirî hat veguhestin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî daketina wî ji firokeyê, Şasiwar Ebdilwahid ku bangeşeyê ji bo xwepêşandan û tevliheviyê dike, li firîngeha navdewletî ya Silêmaniyê hat girtin.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê li Silêmaniyê, Şasiwar Ebdilwahid ji aliyê çend çekdarekî ve hat girtin û bi tenê bi baseke firîngehê ji bo cihekî nenaskirî hat veguhestin.

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdilwahid, bi serdanekê li Birîtanya bû, biryar bû demjimêr 06:45 êvara îro gihiştiba Silêmaniyê.

Di riya vegera xwe de Şasiwar soz dabû, beşdariyê di xwepêşandanan de bike û daxwaza herifandina hikûmeta Herêma Kurdistanê û Perleman û sîstemî siyasî ya Herêma Kurdistanê dike.