Weşana NRT hat rawestandin
Wezareta rewşenbîriya Herêma Kurdistanê: Biryar hatiye dayin, heya hefteyekê weşana kenala NRT bê rawestandin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Demekê kin berî niha weşana kenala NRT ku yek ji kenalên ser bi Şasiwar Ebdilwahid ve ye, hat rawestandina.
Li gorî zanyariyan rawestandina weşana kenala NRT hevdem e li gel vegera Şasiwar Ebdilwahid ji derveyî welat û desteserkirina wî ji aliyê hejmarek çekdar ve.
Ji aliyê xwe ve wezareta rewşenbîriya Herêma Kurdistanê ragihand ku biryar hatiye dayin, heya hefteyekê weşana kenala NRT bê rawestandin.
