Amerika heta 2019an vîze nade welatiyên Tirkiyê

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê heta sala 2019an vîze nade welatiyên Tirkiyeyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê heta sala 2019an vîze nade welatiyên Tirkiyeyê.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê ji hesaba xwe ya twîtirê ragihand ko beriya meha Kanûna Pêşîn a a sala 2019an ew nikarin vîzeyan bidin welatiyên Tirkiyeyê. Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê da zanîn ko rojên jivanên bo dayîna vîzeyan hatine diyarkirin tije bûye. Digel vîzexwazan ji bo dayîna vîzeyan ew dikarin di meha Kanûna Pêşîn a 2019an de hevdîtinan bikin.