Bi vîdyo.. Baregeha liqê 11an yê Partî li Ranya hat şewitandin

Îro li Ranya xwepêşandan derketin û di encama çêbûna tundî û tevliheviyê de, çar kes hatin kuştin û 80 kesên din jî birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî ew girte vîdyoya li ser torên civakî hatiye belavkirin, îşev hejmarek kes çûne ser baregeha liqê 11an yê Partiya Demokrat a Kurdistanê û bizava şewitandina wê dikin.

Di wê çarçoveyê de, berpirsê liqê 11an yê Partî Umer Xidir taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, li ber baregeha liqê Partî ti ziyan li ti kesî nebûye û ti kes nehatiye kuştin û nejî kes birîndar bûye.

Zelal jî kir, ku wan baregeha xwe vala kirin û endam û kadirên liqê bi selametî ji avahiyê derketin.

Îro li Ranya xwepêşandan derketin û di encama çêbûna tundî û tevliheviyê de, çar kes hatin kuştin û 80 kesên din jî birîndar bûn.