Parlementoya Kurdistanê: Tundî xizmeta neyarên gelê me dike
Parlementoya Kurdistanê derbarê aloziyên sînorê Silêmaniyê û îdareya Germiyan daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ew piştevaniya mafên rewa yên welatiyan dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementoya Kurdistanê derbarê aloziyên sînorê Silêmaniyê û îdareya Germiyan daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ew piştevaniya mafên rewa yên welatiyan dikin. Di heman demê de ji xwepêşanderan daxwaz dikin ku, bi awayekî aram û şaristanî, nerazîbûn û daxwazên xwe yên rewa bînin ziman.
Di peyamê de herwiha tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku, bûyerên tundiyê armanca rasteqîn a welatiyan û pêkanîna daxwazên rewa ji holê radikin û hatiye gotin: "Tundî xizmeta neyarên gelê me dike, ku dixwazin fitne derxin û armanca wan têkbirina tevgera siyasî û destûra Herêma Kurdistanê û xwîna şehîdan e."