YNK: Em bi ti şêweyî van kiryaran qebûl nakin

Serkirdayetiya Yekîtî diyarkir, şewitandina damûdezgehan û têkdana rewşê ne ligel binemayên demokrasiyê ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê aloziyên duhî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê radighîne ku, grûbên têkder êrîşî baregehên wan kirin e.

Serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê di daxûyaniyekê de ragihand, çend grûbên têkder bi navê xwepêşandan êrîşî damûdezgehên wan kirin û rewşeke xerab li bajar duristkirin. Hevdem serkirdayetiya Yekîtî diyarkir, şewitandina damûdezgehan û têkdana rewşê ne ligel binemayên demokrasiyê ne. Da xûyakirin,  têkilkirina daxwazên rewa ligel kiryarên tirsonek û herwiha çend grûban, tirs li ser jiyana xelkê duristkirin e û bûne metirsî li ser berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê.

Serkirdayetiya Yekîtî got  ku, ew xwe wek berpirs dibînin di ber parastina mal û canê welatiyan. Herwiha mal û milkên giştî û dezgehên xizmetguzariyan li bajar û bajarokan. Da zanîn ku ew bi ti şêweyî van kiryaran qebûl nakin.