Çavuşoglu xeta nû ya Tirkiyê derbarê Suriye de anî ziman
Çavuşoglu “Em piştgiriya civînên Cenêvê dikin, lê ji wir encam dernakevin”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu, di kongreya rojnamevanî piştî hevdîtina xwe ligel Wezîrên Derve yên Azerbaycan û Iranê, li paytexta Azerbaycanê, Bakuyê diyarkir ku, “Em piştgiriya civînên Cenêvê dikin, lê ji wir encam dernakevin”.
Çavuşoglu xeta nû ya Tirkiyê derbarê Suriye de carek din anî ziman û got: “Niha gava şer nema ye, divê em bala xwe bidin hewlên aştiyane û çareseriya siyasî. Civînên Astanayê destpêdikin û yên Soçî jî - Ji bo vê jî, ji derveyî rêxistinên terorê – DAIŞ û YPG, hemû grûbên din dikarin beşdarî bikin.”
Çavuşoglu herweha anî ziman ku: “Suriye divê amadekariyên hilbijartinan bike. Li Soçî jî em dixwazin Neteweyên Yekbûyî jî hebe, hilbijartinên Suriye jî liser bîngehê demokrasiyê, şefafiyetê û dadwerane birêve biçin. Wekî Îran, Rusya û Tirkiye armanca me bidawîanîna şer û parastina yekparçeyiya Suriye ye. Di vê sala dawî de me destkeftên mezin bidest anî, niha jî em dixwazin bi çareseriya siyasî bidawî bînin” .