Erdogan: Stratejiya me - yek millet, yek al, yek niştiman, yek dewlet e

Erdogan: Yên ku êrîşî yek ji van nirxên me bikin, em dê destê wan bişkînin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di hevdîtina xwe ligel  muxtaran de “stratejiya milli ya Tirkiyê” eşkere kir.

Erdogan got: Amerika berî çendîn rojan, stratejiya niştimanî ya Amerika ragihand. Bi yek gotinê ger em binirxînin, dibêjin: Her tişt ji bo Amerîka! Mafê me jî heye, em stratejiya xwe bêjin, wekî Tirkiye stratejiya me: yek millet, yek al, yek niştiman, yek dewlet e.

“Yên ku di vê çarçoveyê de bi me re pêwendiyê deynin, em amade ne hevkariyê ligel wan bikin û bidin ser rêyekê. Yên ku êrîşî yek ji van nirxên me bikin, em dê destê wan bişkînin”.