Encûmena Asayşa Herêmê ji welatiyan re: Rê nedin dozên we yên rewa ji bo ecindeyên bi guman bên bikaranîn

"Em daxwazê li welatiyên hêja dikin hestiyariya vê qonaxê liber çav bigirin û rê nedin hin kesan ku di bin navê daxwazên wan yên rewa de êrîşî dezgehên hikûmî bikin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê bûyerên vê dawiyê yên xwe xwepêşandanên parêzgeha Silêmaniyê de belav kir û ragihand, xwepêşandanên şaristanî û aştiyane ji mafê welatiyan e, lê ewê tê dîtin derveyî têgeha xwepêşandanan e.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de dibêje: “Mixabin, di çend rojên bûrî de girjî û alozî li çend navçeyên Silêmanî, Germiyan û Helebce rû daye, ziyanên canî û madî jê derketinê. Xwepêşandanên şaristanî û aştiyane ji mafê welatiyan e, lê ewê tê dîtin derveyî têgeha xwepêşandanan e, ji ber wê daxwaz ji welatiyên xweşewîst dikin rê nedin daxwaz wan yên rewa ji bi encindeyên siyasî yên nevxwe û derve yên bigûman bikar neyin.”

Ji deriyê miqatebûna me li ewlehiya niştimanî ya Herêma Kurdistanê ve, em daxwaza hişyariya bêtir ji welatiyan dikin.

Pêwîst e gellê me bi yekhelwestê vê qonaxê derbas bike. Divabû ev xwepêşandanên niha li dijî siyasetên nerewa yên desthilata Bexdayê bana ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê siyaseta dorpêçkirinê û birçîkirinê li ser welatiyên Herêma Kurdistanê dimeşîne.

Desthilatdarên Bexdayê xwe ji danûstendinan li gel Herêma Kurdistanê dide alî û di heman demê de dorpêça abûrî û siyasî li ser Kurdistanê daniye û gefên serbazî li ser Herêma Kurdistanê berdewam in.

Ewana dilê xwe bi têkçûna rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê xweş dikin, lewra ev rewşa niha dafeke metirsîdar e li dijî pêkhateya siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê.

Em daxwazê li welatiyên hêja dikin hestiyariya vê qonaxê liber çav bigirin û rê nedin hin kesan ku di bin navê daxwazên wan yên rewa de êrîşî damudezgehan û mulkên giştî bikin.

Em ji hemû damudezgehên emnî yên Herêma Kurdistanê dikin, bi awayekî berpirsane rastî her karekî têkderane bên û can û malên welatiyan û mulkên giştî û aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê biparêzin.

Encûmena Asayşa Herêma Kurdistan

20/12/2017"