HDP: Bizavên kuştina nûnerên Elewî, Ermenî û rojnamevan hene
Garo Paylan: Koma ku amadekariya êrîşan dike ji Tirkan pêk tê û ji alî destên tarî yên Tirkiyê ve hatiye rêxistin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Perlemanterê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan da xuyakirin, ku di çend rojên derbasbûyî de agahiyeke piştrastkirî wergirtiye ku li Ewropa hinek girûp, hemberî Ermenî û Elewiyên ku ji Tirkiyê çûn e Almanya amadekariya êrîşên kuştinê dikin.
Garo Paylan diyar kir, ku nivîskar, rojnamevan, akademîsyen û kesayetiyên naskirî, ku di dema desthilatiya AKPê de ji Tirkiyê çûne Almanya, wê armanca wan êrîşan bin.
Paylan got jî: "Koma ku amadekariya êrîşan dike ji Tirkan pêk tê û ji alî destên tarî yên Tirkiyê ve hatiye rêxistin".