Heşda Şeibî çiyayê Hencîre li Xurmatû topbaran dike
Heşda Şeibî ji bajarokê Amriliye ve çiyayê Hencîre û sînorên Dawde û Pelkane yên ser bi qeza Xurmatû ve topbaran kirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro êvarî topxaneya Heşda Şeibî ji bajarokê Amriliye ve çiyayê Hencîre û sînorên Dawde û Pelkane yên ser bi qeza Xurmatû ve topbaran kirin.
Li gorî zanyariyên ku çalakvanên Kurd li ser torên civakî belav kirine, milîsên Heşdê, bi bihaneya hebûna girûpên çekdar li wan navçeyan, ew deverana topbaran kirin.
Bi sedema xiyaneta 16ê Cotmehê ya beşekî ji berpirsên Yekîtî Niştimanî Kurdistan, milîsên Heşda Şeibî û hêzên emnî yên Iraqê sînorên parêzgeha Kerkûk û Xurmatû dagîr kirin û di encamê de bajarokê Xurmatû rastî tawanên cînosaydê hatiye û bi dehan hezar welatiyên Kurd ji wî bajarokî mişext bûne.