Goran û Komel: Em şewitandina baregehên hizbî û hikûmî şermezar dikin
Goran û Komel: Beşdariya me di Hikûmeta fire alî de, pêwîstiyeke qonaxê bû, niha jî pêwîst e Hikûmet bê hilweşandin û hikûmeteke demkî were pêkanîn.
K24 - Navenda Nûçeyan
Her yek ji Komela Islamî ya Kurdistanê û Tevgera Goran, di daxuyaniyekê de, daxwaza azadkirina girtiyên xwepêşandanên sê rojên derbasbûyî dikin û hevdem êrîşkirin şewitandina bingeh û baregehên hizbî û hikûmî şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de ku wêneyekî wê bi dest Kurdistan24ê ketiye, hatiye: "Beşdarîkirina Goran û Komel di Hikûmeta fire alî ya kabîneya heştan de, pêwîstiyeke qonaxê bû, daku wêneyê sîstema hikumdariyê li Herêma Kurdistan û piroseya siyasî bê rastkirin û daku roleke me ya bihêz di prisa çaksazî û nehiştina gendeliyê li Herêma Kurdistanê hebe".
Herweha di daxuyaniyê de hatiye: "Niha jî em dibînin ku pêwîst e ev hikûmet bê hilweşandin û hikûmeteke demkî were pêkanîn".
Di beşekî din de ji daxuyaniya hevbeş ya Goran û Komel de hatiye: "Em daxwaz dikin hemû ew kesên li ser beşdariya wan di xwepêşandanan de hatine girtin, bên azadkirin. Hevdem em diyardeya şewitandina bingeh û baregehên hikûmî û hizbî şermezar dikin û em wê yekê bi karekî neşaristanî dibînin".