6 welatiyên Kurd li Kirmanşanê hatin bidarvekirin
Welatiyekî Kurd di zîndana Kirmanşanê de hate bidarvekirin. Bi ê yekê di heyama hefteya bûrî de dibe 6 welatiyên Kurd li Kirmanşanê sizaya bidarvekirinê bi wan hat cibicîkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Welatiyekî Kurd di zîndana Kirmanşanê de hate bidarvekirin. Bi ê yekê di heyama hefteya bûrî de dibe 6 welatiyên Kurd li Kirmanşanê sizaya bidarvekirinê bi wan hat cibicîkirin.
Li gor malpera rêxistina Mafê Mirovan “Hingaw” Mîhrdad Muhemedî ku xelkê Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê ye roja Duşema bûrî 18 Berçile li zîndana Dîzil Awa ya Kurmanşanê hate bidarvekirin. Mîhrdad berî 7 heft sala bi tometa kuştinê hatibû girtin.
Hefteya bûrî 5 welatiyên Kurd ên Kirmanşanê hatin bidarvekirin. Li gor amaran di 9 mehên bûrî de tenê li zîndana Dîzel Awa ya Kirmanşanê 12 welatiyên Kurd hatine bidarvekirin.